Du pêşmerge di destê DAÎŞê de ne
Rizgar Ebas Îsmaîl, efserê hêzên zêrevanî ku vêga li navçeya Gogcelîl a nêzîkî bajarê Mûsilê ne ji Rûdawê re got: “Em hatine agehdarkirin ku 2 pêşmergeyên fîrqeya 4 bi şaştî bi otomobîlên eskerî û bi çekan çûne xaleke kontrolê ya çekdarên DAÎŞê li Memelon û hatine girtin”.
Mihemed Elî û Bextiyar Necmedîn roja 15.06.2014 ji Hewlêrê ji bo dewama xwe ya asayî diçin derdora Mûsilê, lê dora saet 5ê êvarê bi şaştî dikevin xala kontrolê ya çekdarên DAÎŞê.
Rûdawê pêwendî bi hejmara telefonên wan pêşmergeyan kir, lê çekdarekî DAÎŞê bersiv da ku xwe wek Mucbil da naskirin û wek alîkarê `amir` ê karûbarên ewlekarî axivî. Wî çekdarî nûçeya girtina wan her du pêşmergeyan piştrast kir û got “Ew pêşmerge ji hêla eskerên DAÎŞê hatine girtin û li ba me ne û tendirustiya wan baş e”.
Ew her du pêşmerge, yek ji wan cîgirê efser e û yê din pêşmerge ye, her du ji fîrqeya 4 a hêza 2 ya zêrevanî ne.
Derbarê egera azadkirina wan pêşmergeyan de, wî berpirsê DAÎŞ ragihand “Em wek dîl bi wan re tev digerin. Emîr û serkirdên me biryara azadkirina wan yan her biryareke din didin”.
Mihemed Elî berê jî li heman cihî dewam dikir, lê cara yekem bû ku Bextiyar li wî cihî dewam dikir. Berpirsê DAÎŞ rê da wan her du pêşmergeyan ku bi telefonê ji Rûdawê re bipeyvin. Bextiyar got “Ez ji hêla DAÎŞê hatime girtin û reftara wan bi me re baş e”.
Bextiyar Necmedîn Hesen (33), şêniyê navçeya Şiwan a Kerkûkê ye û pêşmergeyê zêrevanî ye. Navborî sala 1997 bû pêşmerge, du zarokên wî hene. Niha mala wî li devera Daretû ya Hewlêrê ye.
Mihemed Elî ku cîgirê efser e ji Rûdawê re got “Em bi şaşî çûn û ketin leşkergeha wan, lewra em hatin girtin”.
Mihemed Elî (56) li Helebce ji dayik bûye, du kur û keçeke wî heye û niha li Hewlêrê dijî.
Mihemed got ku çekdarên DAÎŞ zor li wan nekirine: “Em li benda pevguhertina dîl bi dîl in. Em daxwazê ji serokatiya Herêma Kurdistan û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bi hawara me ve bên û me qurtal bikin”.
Derbarê rewşa wan pêşmergeyan de, efserê hêzên zêrevanî Rizgar Ebas got “Li gor zanyariyên me lêdaneke zêde xwarine, lê zindî ne û desteserkirî ne. Heta vêga ti biryarek nîne ji bo azadkirina wan”.
Derbarê îşkencekirina wan pêşmergeyan de, Mucbil ragihand: “Di dema girtina wan de, yekî ji çekdarên DAÎŞê li wan pêşmergeyan da. Lê em lêpirsînê bi wî re dikin, wî ceza dikin û qamçî dikin li ser wî karê wî, ji ber li ba me lêdana dîlan qedexe ye”.
Çavkaniyeke berpirs ji hêza zêrevanî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin û niha li bereyên pêşe li Mûsilê, ji Rûdawê re got “Me pêwendî bi wan çekdarên DAÎŞê re kir. Wan soz daye ku wan her du pêşmergeyan azad bikin û em li benda bicîanîna soza wan in”.
Rudaw
