Îdîaya komkujiya Şieyan li Tikrîtê
Wêneyên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine veşandin kuştina bê rehmane ya komek mirovên bê çek nîşan dide. Hêjayî gotinê ye roja înê jî DAÎŞ’ê îdîa kiribû ku ji 2500 leşkerên Îraqê ku di destê wan de êsîr bûn, 1700 kes ji wan ku wek ’’Rafêzî’’ bi nav dikin darvekirine.
Di heman rûpela grûba DAÎŞ’ê de behsa hatina hejmareke zêde ya Şîeyên Behreynê bo Îraqê û şerê bi grûba wan re hatiye kirin.
Li gor çavdêrên herêmî û siyasî, Îran jî dixwaze komkujiya Şîeyan li Îraqê bi darvekirina girtiyên Sinne bersiva grûbên Sunî bide. Hêjayî gotinê ye 31 girtiyên Sinne li Îranê li benda hukmê darvekirinê ne ku 4 kes ji wan Kurd in.
Basnews
