Mercên Amerîka bo alîkariya Iraqê hene
Piştî ku di 11’ê mehê de ji nişka ve çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) bajarê duyem yê herî mezin ê Iraqê ku ew jî Mûsile girt û roja piştre bajarê Tikrîtê û herwiha niha hewl dide Diyala û bajarokên derdora Kerkûkê jî bigire û ber bi Bexdayê ve biçe, medya cîhanê eşkere kir ku rayedarên Iraqê daxwaz ji Amerîka kirine daku operasyoneke leşkerî bi rêya balafiran li dijî çekdarên wê rêxistinê encam bidin.
Lê îdareya Serokê Amerîka Barack Obama heta niha bi awayekî eşkere negotiye ku ew dê vê daxwaza Iraqê pêk bîne, lê soz daye ew dê bi hemû awayekî alîkariyan bidin Iraqê da ji vê aloziyê derbas bibe, hevdem Koşka Spî ya Amerîka ragehand ku hemû bijarde derbarê Iraqê de li pêş wan vekirîne.
Di vê derbarê de Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragehand ku wî ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî behsa rewşa ewlekariyê ya Iraqê kiriye. Kerry got: “Me ji Wezîrê Derve yê Irarê re tekez kir ku alîkriya ji aliyê Amerîka ve biser nakeve heta hun weku rayedarên Iraqê nakokiyên xwe nedin aliyekî.”
Kerry daxwaz ji rayedarên Iraqê kir ku hevgirtinek niştimanî pêk bînin û wiha axifî: “Pêwîste rayedarên Iraqê hevaheng bin bo pêkanîna hevgirtinek niştimanî ji bo pêşketina welat û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAÎŞ’ê.”
Ji aliyek din ve pêr (13.06.2014) Serokê Amerîka, Barack Obama ragehand ku niha komek bijardeyên leşkerî gotûbêj û lêkolîn dikin, lê şandina hêzekê bo Iraqê bi mebesta rûbirûbûna DAÎŞ’ê nedi nav wan bijardeyan de ye.
Li gor daxuyaniyên rayedarên Amerîka, heta niha îdareya Obama neamade ye ku alîkariyeke leşkerî zêdeyî rêkeftinên di navbera Washington û Iraqê de bide hikûmeta Bexdayê, heta ku rayedar û serkirdeyên Iraqê ji vê rewşa parçebûnê xilas bibin û sozekê ji wan raydaran nestîne ku dê bibin yek.
Basnews
