• Saturday, 14 February 2026
logo

Turkumanan 5 Kandîd Ji Bo Postê Wezîrê Dad Hene

Turkumanan 5 Kandîd Ji Bo Postê Wezîrê Dad Hene
Alîyên Turkumanî li ser diyarkirina kesekî ji bo postê wezîrê dad rêknekevtin û navên 5 kesan pêşkêşî şandeya dan u standinkara PDK kirin.

Di evê bareyê de, endamê parliyamenta Kurdistanê yê ser bi lîsta Pêşkevtin a Turkumanî ve Cewdet Necar ji PNA re ragihand, ku sê lîsten Turkumanî bi nivîsareka fermî navên sê kesan pêşkêşî şandeya dan u standinkara PDK kirine. Got jî: hersê kandîd ev in: Cewdet Necar, Sînan Çelebî û Macîd Tewfîq.

Weha jî da zanîn, ku gerek wan yek kandîd hebe belê ew negihijtine rêkevtinê û wana navê sê kesan şandine û bereya Turkumanî jî navên du kesan pêşkêşî şandeya dan u standinkara PDK kiriye û yek ji wan Sen`an Qesab e.

Top