Hilbijartinên Afganîstanê ligel aloziyan serkeftî bû
Hilbijartin di navbera wezirê karê derve Abdullah Abdullah ku di meha nîsanê ji sedî 45 deng girtibu û xebatkarê bankayê cîhanê a Kevin economist Eşref Ganî ku sedî 31.6 deng girtibu de derbas bun.
Dengê ku hatin bikaranîn jibo 12 milyon hilbijêran 6 hezar zêdetir sindoq hatin danîn hilbijartin bi girtina ewlehiya zêdetir derbas bu. Hat zanîn ku di dema hilbijartinan de di gelek sindoqan de şikayet hene û di hinek sindoqan de mihûrên ku hatine bikaranîn û boyaxên ku li tilîya dane sextene.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê a Xweser Ahmed Yusuf Nurîstanî da diyarkirin ku, tevlîbuna hilbijartinan derdora sedî 60’e û nêzê tevlîbuyina tura yekemîn bu. Nuristanî hilbijartinan li gor xwe ‘serkeftinî derbas buye’ nirxand.
Endamê Komîsyona Hilbijatinê Dr Nazîf Mîrzekel jî got ku, me tenê li Kabîl 500 şikayetan ru bi ru hatine.lê ruxmê wî hilbijartinan wekî dihat sekinandin zêdetirî serkeftî derbas bu.
HERÎ KÊM 150 ÊRÎŞ 106 MIRÎ
Hilbijartinên Afganîstan bi êrîşên tund re ru bi ru man. Pevçunên ku li gelek deveran pêk hatin de derdora 60 mîlîtanên Talîban bi giştî 106 kes jiyana xwe ji dest dan. Taliban hilbijartin gayrî meşru îlan kir û gefa çalakiya bombeyî kiribu. Ligor agahiyên wezareta kar û bare hundir, bi giştî welat de herî kêm 150 êrîşên suîkastê û êrîşên roketa ru daye.
Abdullah Abdullah ku wekî favoriya hilbijartinan tê dîtin de mehên derbas buyîde ji du êrîşên suîkastan re ru bi ru maye. Êrîşan yek jê Taliban girtibu ser xwe.
Hilbijartinê tura yekemîn ku di meha insane de derbas buyî de di nav tevlîheviyekî de derbas bubu. Tura yekemîn ku 8 namzet ketibu hilbijartinan de jiber sedema şikayetek zêde Komîsyona Hilbijartinê mecbur maye ku aşkerekirina encamên hilbijartinan gelek caran betal kiriye.
Bendê ne ku encamên hilbijartinên tura 2’min a roja 2’ê tîrmehê were aşkerekirin. Encamê fermî jî a giştî jî wê 22’ê tîrmehê de were aşkerekirin. Wezirê kar û bare derve a Kevin Abdullah Abdullah ku di tura yekemîn de sedî 45 deng girtibu tê zanîn ku di tura duyemîn de zêdetir şansliye. Abdullah di hilbijartinên 2009’de di tura 2’emîn de li beramberê Hamîd Karzaî bin ketibu.
ANF
