Sêyem û çarem barê petrola Kurdistanê hat firotin
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, sêyem û çarem barê petrola Herêma Kurdistanê di rêya keştiyan re bo Hindistan û Nemsayê hat barkirin.
Keştiya petrolê ya Unitedlidership di dawiya meha gulanê de yekem barê petrola Herêma Kurdistanê yê ku di rêya boriyê re gihiştibû bendera Ceyhanê li Tirkiyê, gihande bazarên Ewropayê.
Nerazîbûnên Bexdayê ti bandora wan nebû û Bexdayê nikarîbû firotina petrola Kurdistanê rawestîne, ji ber ku duyem keştiya petrola Kurdistanê ji bo parzûna Ruhr Oil a almanî hat şandin ku ji aliyê her du kompaniyên petrolê yên mezin ên cîhanê Russneft a rûsî û BP a berîtanî ve tê birêvebirin.
Kirîna petrola Kurdistanê ji aliyê kompaniya BP gaveke girîng e, ji ber berjewwendiyên wê kompaniyê li navçeyên başûrê Iraqê hene, di demekê de ku berpirsên Iraqê çend caran gef li kiryarên petrola Kurdistanê xwariye ku ew rê nadin kompaniyên li Herêma Kurdistanê kar dikin an petrola wê dikirin, li navçeyên din ên Iraqê kar bikin.
Berî niha hikûmeta Iraqê navê kompaniya OMV a nemsawî ku petrola Herêma Kurdistanê kirîbû, xiste nav lîsteya xwe ya reş.
Kompaniya Russneft a rûsî ti projeyeke wê ya petrolê li Iraqê tine ye û ti dilgiraniya wê li hember kirîna petrola Kurdistanê jî tine ye, lê ew kompaniyeke mezin a cîhanî ye û kirîna petrola Kurdistanê ji aliyê wê kompaniyê ve wê bihêle kompaniyên din ên cîhanê jî petrola Kurdistanê bikirin.
Rudaw
