• Saturday, 14 February 2026
logo

Hollanda rekor şkand û Îtalya dixwaze biserkeve

Hollanda rekor şkand û Îtalya dixwaze biserkeve
Di roja duyem a Kûpaya 2014’an de li Braezîlya, bijardeya Hollanda karî serkeftinê bi encameke gelek mezin li ser qehremanên cîhanê di Kûpaya 2014an de bidest bixe.

Lîstika Hollanda û Spania duh, Înê, danê êvaîrê birêve çû, di destpêkê de her du bijarde bi haeydarî dilîstin heta ku di xuleka 27’an de dadwerê lîstikê penaltiyek ji Spaniyayê re danî û Xavi Alonso karî golê yekem ji Spaniyayê re tomar bike.

Piştî ku Spania lîstik bi aliyê xwe dir, lîstikvanên tîma Hollanda rîtm û zexta xwe li ser Spaniyayê zêde kirin heta ku di xuleka 44’an de Roben Van Perse karî golekê bike û encamê wekhev bike.

Di nîvê duyem alîstikê de, lîstikvanên Hollanda karîn top û lîstikê kontrol bikin û zexteke yekcar zêde li ser lîstikvan û golparêzê Spaniyayê kirin, heta ku karîn di xuleka 53’an de gola duyem tomar bikin.

Piştî golê duyem morala lstikvanên Hollanda bilind bû û karî 3 golên din jî li ser Spaniyayê tomar bikin, gola sêyem di xuleka 64’an de, ya çarem di xuleka 72’an de û gola pêncem di xuleka 80’yî de tomar bikin û lîstik bi 5 golan beramber yek gol di berjewendiya Hollanda de bidawî hat ku ev jî derbeyek gelek mezin bo bijardeya Spaniyayê û dê erkên wê girantir bike.

Di heman şevê de du lîstikên din jî birêve çûn, lîstika yeke di navbera Mexico û Kameron de bû, ku bi goleke bê beramber di berjewendiya Mexico de bidawî hat, herwiha lîstika duyem di navbera Chilli û Australiya de, ew lîstik jî bi 3 Golan beramber yek gol di berjewendiya Chilli de bidawî hat.

Herwiha îşev jî dê sê lîstikên din ên Kûpaya Brazilê birêve biçin, demjimêr 19:00 dê Kolombia û Yunanistan bên pêşber hev, demjirê 22:00 dê lîstika Urugway û Kostarîka birêve biçe. Lê demjimêr 01:00 piştî nîvê şevê dê lîstikeke agirî di navbera Îtalia û Ingletra de birêve biçe ku dê şevbêrkek xweş be bo hogirên her du bijardeyan bi taybetî û yên werzişê bi giştî.

Basnews
Top