“Îran 1500 leşkerên xwe şandine Iraqê”
Tora CNN a amerîkî li ser zarê berpirsekî ewlekariya Iraqê belav kiriye ku “3 yekîneyên Feyleqa Qudis a girêdayî Supayê Pasdarên Iraqê li parêzgeha Diyale ne”.
Bi gotina wî berpirsê ku navê wî nehatiye aşkerekirin, her yekîneke ji wan bi kêmanî ji 500 çekdaran pêk tê.
Çavkaniyê diyar kir ku “çekdarên Supayê Pasdaran di kêleka hêzên Iraqê de şerê çekdarên DAÎŞê dikin” ên ku dest danîne ser çend bajar û navçeyên Iraqê.
Îran red dike
Lê belê hikûmeta Îranê ev nûçe red kirin û ragihand ku ti hêzên wan ên leşkerî derbasî Iraqê nebûne.
Ajansa Fars li ser zarê alîkarê wezîrê derve yê Îranê ji bo karûbarên erebî û afrîkayî Hisên Emîr Ebdillehyan belav kiriye ku “ti hêzên leşkerî yên Îranê derbasî Iraqê nebûne, lê Îran piştgiriya Iraqê dike di şerê wê yê li dijî terorê de”.
Rudaw
