Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxîyê da malbata şêx Mihemed Berzincî û Komela Îslamiya Kurdistanê
Ev li jêr teksta peyama serokwezîr:
Bo malbata birêz a xwedêjêrazî şêx Mihemed Berzincî
Nûçeya wefatkirina şêx Mihemed Berzincî, kesatiyê navdarê îslamiyê kurd û pêşewayê Komela Îslamiya Kurdistanê, em ji dil xemgîn kirin.
Min, xwedêjêrazî şêx Mihemed Berzincî wek kestiyekî îslamî û pêşmergeyek bergirîkar ji mafên neteweya kurd nasî ye ku, li serdema xebata çiyan li pêşiya rijêma Basê de gelek bi mêrane li berxwedaye û xebat kiriye. Piştî serhildanê jî, ew dinav xebata siyasiya Kurdistanê de bûye.
Jidestdana Berzincî, jidestdana zanayekî îslamî û xebatgêrekeî rojên dijwar yên xebta neteweya me a ji bona rizgariya neteweyî ye.
Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata şêx Mihemed Berzincî, emîr, serokatî û endamên Komela Îslamiya Kurdistanê dikim û ji Xwedayî mezin dia dikim ku, canê şêx Mihemed Berzincî bi beheştê şad bike û sebir û tehemûlê bide malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
13.06.2014
