• Saturday, 14 February 2026
logo

Ehmed Turk: Me her dem digot DAIŞ dê bibe bela serê Tirkiyê

Ehmed Turk: Me her dem digot DAIŞ dê bibe bela serê Tirkiyê
Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ragihand, Tirkiye ji aliyekî ve pişta çekdarên DAIŞê digire û ji aliyê din jî behsa pêvajoya aştiyê dike.

Duh, Serokê Delegasyona Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê Stefano Manservîsî li bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê çû dîtina hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk.

Piştî serdanê Ehmed Turk ji rojnamevanan re li ser rewşa Mûsil û Iraqê û siyaseta Tirkiyê li hember çekdarên DAIŞê daxuyanî da û ragihand, Tirkiye heta demek beriya niha jî piştgirî dida çekdarên DAIŞê û rê dida wan ku bi hêsanî li ser sînor herin û werin.

Ehmed Turk, diyar kir ku ji ber ku Tirkiyê nedixwest Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê bihêz bibe rê dida ku çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bibin û wiha got: “Tirkiye him piştgiriyê dide DAIŞê him jî behsa pêvajoya aştiyê dike, ev jî nîşan dide ku hikûmetê ne jidil e.”

Hevşaredarê Mêrdînê anî ziman ku birîndarên DAIŞê li Tirkiyê tên dermankirin û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞê bi çekên xwe ve ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn. Xelkê Mêrdînê bi çavên xwe didîtin û wêneyên wan jî li ba me hene. Birîndarên DAIŞê li Tirkiyê dihatin dermankirin lê rê nedidan bîrndar û kal û pîrên kurdan.”

Ehmed Turk, destnîşan kir ku wan her dem digotin dê DAIŞ bibe bela serê Tirkiyê.

Tê zanîn, çekdarên DAIŞê di êrişa Mûsilê de nêzîkî 80 welatiyên Tirkiyê ku di nav wan de derdora 50 dîplomat û karmendên Konsulxaneya wî welatî li Mûsilê û 30 şofêrên kamyonan hene, girtine.

Rudaw
Top