Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Pêşewayê Komela Îslamî
Malbat û kesukarê xwedê jêrazî Şêx Mihemed Berzencî
Birayê min ê birêz Mamosta Elî Bapîr û Endam û Kadîrên Komela Îslamî..
Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Mamosta Şêx Mihemed Berzencî Pêşewayê Komela Îslamî xemgîn bûyîn.
Mamosta Şêx Mihemedê Berzencî kesayetiyekî olî û civakî yê girîngê devera Silêmanî û Kurdistanê bû û ji destdana wî ziyanekî mezine. Bi vê xemgîniyê serxweşiyê li we dikim û hevbeşê xema we me. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi me hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13.06.2014
