• Saturday, 14 February 2026
logo

Partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê yek helwestin li dijî DAÎŞ

Partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê yek helwestin li dijî DAÎŞ
Partiyên siyasî yên Başûrê Kurtdistanê, çi ewên xwedan hêzên çedkarê û çi ewên din ên ku ti hêzên çekdar di bin destê wan de nînin, amadeyiya xwe tînin ziman bo parastina asayişa Başûrê Kurdistanê li dijî her gef û metirsiyekê.

Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê radighînin ku ew amade ne mil bimil ligel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî her geq û metirsiyekê li ser asayiş û ewlekariya Başûr, şer bikin.

Heta van salên dawiyê, piraniya siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwedan nivîgehên leşkerî bûn û hêzên wan ên çekdar hebûn, ji bilî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku tenê çek di destê beşa parastina bargehên wê de hebû.

Li gor gotina Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawir “Hêzên Pêşmerge li çend navçeyan rûbiryê çekdarên radîkal ên DAÎŞ bûne” vê yekê jî kir ku partiyên siyasî, tevî cudahiyên di navbera wan de, yek helwest bin di pirsa bergiriyê de.

Rudaw
Top