Bijardeyên Amerîka derbarê rewşa Iraqê de
Tora CNN derbarê bijardeyên Amerîka li Iraqê de raportek belav kiriye û tê de behsa 4 bijardeyên dike ku dibe ku Washington yekê ji wan li hember rewşa Iraqê pêk bîne.
Yekem: Şandina hêzên amerîkî
Di şerê sala 2003yan yên Iraqê de, Amerîka hêzên xwe yên bejayî şandin Iraqê, di 2007an de hejmara wan hêzan gihiştte 166 hezar û 300 leşkerî. Di dawiya sala 2011an de ew hêz bi temamî kişandin.
CNN dibîne ku ev bijarde dûr e, ji ber wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî duh ragihandibû ku ti kesekî nexwestiye Amerîka hêzên xwe bişîne Iraqê. Herwiha Barack Obama jî tekîd kir ku şandina hêzên bejayî ne di nav bijaredeyên amerîkî de ye.
Duyem: Êrîşên ezmanî
Berdevkê Koşka Spî Jay Carney di daxuyaniya xwe ya vê dawiyê de bal kişand ku Amerîka li ser xwesteka pêkanîna êrîşên ezmanî li dijî DAÎŞê ew bijarde xistiye rojeva xwe. Lê CNN vê bijardeyê jî dûr dibîne, ji ber ku encamên van êrîşan ên nerênî hene, dibe ku sivîl di êrîşên ezmanî de bên kuştin, tevî ku ev êrîş ji bo jinavbirina çekdarên DAÎŞê li ser erdê w; ne aktîv û bes bin, ji ber dibe ku ew çekdar xwe di nav sivîlan de veşêrin.
Sêyem: Pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir ên leşkerî
CNN dibêje ku ev bijarde bi dilê Washington e û li ser zarê berpirsekî wezareta bergiriyê ya Amerîka veguhestiye ku wan bi qasî 15 milyar dolar kel û pelên leşkerî şandine Iraqê, rahênana hêzên iraqî kirine û xizmetên leşkerî pêkêşî wan kirine. Lê berpirsên amerîkî dibêjin ku rewşa Iraqê gelek bilez e û alîkariya ku Iraqê wergirtiye hîn di rê de ye û di vê rewşa niha de têra wê nake.
Obama jî di gotara xwe ya duh pêncşemê de li vê yekê mukir hat û got ku pêwîstiya Iraqê bi alîkariyên zêdetir ên Amerîka û civaka navdewletî heye.
Bijardeya çarem: Pêkanîna guhertineke aktîv li Iraqê
Jinavbirina DAÎŞ li Mûsil û bajarên din ên ku dest danîne ser, dê bibe serkeftineke mezin ji hikûmeta Iraqê re, lê pêwîstiya vê yekê bi hikûmeteke aktîv û yekgirtî û çareserkirina cudahiya tayifî ya di navbera Şîa û Sune de heye, rewşa niha ya Iraqê jî rengevedana vê cudahiyê ye.
Obama di gotara xwe de bal kişande ser vê mijarê û diyar kir ku di çend salên borî de ti pêşketinek di hevkarî û avakirina baweriya navbera Suneyên lîbral û serkirdeyên Şîa li Iraqê de çênebûye.
Berdevka wezareta derve ya Amerîka Jehn Psaki jî derbarê vê yekê de ragihand ku “diviyabû serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî karekî zêdetir bikira, me ev name bi aşkere û bi nihênî jî jê re gotiye”. Lê Psaki got “Dijmin li vir e û pêwîste em bi hev re kar bikin û wek eniyeke yegirtî rawestin”.
Rudaw
