• Saturday, 14 February 2026
logo

Keça Sedam Hisên li ser rewşa Mûsilê diaxife

Keça Sedam Hisên li ser rewşa Mûsilê diaxife
Keça serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên derbarê rewşa niha ya Iraqê ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser çend bajaran de, keyfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje ku “ew dilşade ku şoreşgerên eşîretan, hêzên Malikî ji bajarên Iraqê derxistine”.

Keça Sedam Hisên, Rexed ku li Urdunê dijî, diyar kir ku ew rewşa Iraqê deqe bi deqe dişopîne û “hemû nûçe ji hundirê Iraqê yek bi yek digihin ber destê wê”, lê tekîd kir ku “ew ti karekî siyasî nake”.

Rojnameya el-Qudis el-Erebî li ser zarê Rexed belav kiriye ku “ew bi serkeftinên ku mamê wê Îzet Dûrî û şervanên bavê wê li Iraqê bi dest dixin, keyfxweş e”, wek amajeyekê ji bo Îzet Dûrî ku serkirdatiya grûpeke bi navê “artêşa mêrên terîqeta Neqişbendî” li bakurê Iraqê dike.

Rexed hêvî dike ku rojekê ji rojan bikaribe vegere Iraqê, lê dibêje “dibe ku vegera wê ne nêzîk be”.

Keça Rexed, Herîr Hisên Kamil jî ji heman rojnameyê re keyfxweşiya xwe anî ziman ku bajarê Tikrîtê yê ku niha di destê çekdaêrn DAÎŞê de ye “hatiye rizgarkirin”.

Rexed di nav wan berpirsên rejîma berê ya Iraqê de ye ku hikûmeta Iraqê wan navê wan daye interpolê, lê berê piraniya welatên erebî ew radestê Iraqê nekirine.

Rexed û xuşka wê Rena mêvanên malabta paşayê Urdunê ne û dayika wê Sacîde ligel keça xwe Hella li Qeterê dijîn.

Rudaw
Top