DAİŞ xwe ji Bexdayê re amade dike
Derbarê tevgera çekdarên DAİŞ’ê de çavkaniyeke ewlekariyê ji Bexdayê agahî dan BasNewsê û got: ‘’Piştî wêya ku Hêza Dijî Terorê ya Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî şikest û nikarî bajarê Mûsilê ji destê DAİŞ’ê derxîne, biryar e îşev çekdarên DAİŞ’ê ber bi Bexdayê de biçin.’‘
Heman çavkaniyê da zanîn ku çekdarên DAİŞ’ê bi temamî parêzgeha Selahedîn û bajarê Tikrît kontrol kirine û niha tenê 5 kîlometre mane ku bigihin sînorê Bexdayê ku paytexta İraqê ye.
Çavkaniya ewlekariyê got ku li gor pêşbîniyan tê çaverêkirin ku her îşev çend taxên Sunneyan ên bajarê Bexdayê bikevin destê DAİŞ’ê. Herwiha tekez kir ku eger DAİŞ bigihe Bexdayê dê rewş gelekî aloz bibe.
Berî du rojan çekdarên radîkal ên DAÎŞ’ê dest danînser bajarê Mûsilê û niha ew bajar di bin kontrola wan de ye, lê deverên Mûsilê yên ser bi Kurdistanê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne. Niha jî piştî ku artêşa İraqê ji bajêr reviya û kontrol ket destê DAİŞ’ê, plana xwe guhert û berê xwe da başûrê İraqê.
Basnews
