• Saturday, 14 February 2026
logo

Hemû deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ketin bin kontirola pêşmerge

Hemû deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ketin bin kontirola pêşmerge
Hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ragehand ku, timama deverên kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê niha li jêr kontirola pêşmergeyî de ne.

Cebar Yawer emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge di daxuyaniyekê de ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re dibêej: ”Hêzên arteşa Îraqê yên bi navê Operasyonên Dicle ji bajarê Kerkûkê û deverên derdûra bajêr vekişiyane û hêzên pêşmerge hemû deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê xistine bin kontirola xwe.”

Yawer di daxuyaniya xwe de dibêje ku, ew rewşa îro li Mûsil û deverên din yên Îraqê heye, herêma Kurdistanê ji mêje haydarî wê rewşê bû û zanîbû çalakiyên terorîstan li wê deverê, bi taybetî li Mûsil, Selahedîn û Enbar berfireh dibin. Yawer dibêje ku, saziyên Îraqê gelek bê îmkan bûn û karmedên hikûmeta Îraqê her bi tenê ji bo wergirtina meaşî li wan deveran hebûn û herêma Kurdistanê pêşbînî kiri bû di yekemîm êrîş de ew hêz dê bişkên, lê Bexdayê bi a herêma Kurdistanê nekir û pêşbîniyên herêma Kurdistanê bûn rastî.

Emîndarê wezareta pêşmerge dibêje ku, dawiya sala 2012ê hêzên pêşmerge hêleke parastinê bo parastina herêma Kurdistanê dana bû ku ji deverên; Neftxane, Xaneqîn, Celwla, Sadiye, Qeretepe, başûrê rojavayê Duz û başûrê rojavayê Kerkûkê digel deverên Dîbege, Mexmûr û heta digehe Pêşxabûr bi dirêjahiya 1050 km pêk tê. Pêşmerge her zû xwe gihande devera Rabiye ser tixûbê Suriyê û ew dever kontirol kirin.
Yawer dibêje:

- Dema berprisên leşkeriyên Îraqê ji Mûsilê reviyan û cîyên xwe berdan ji bona xwe bigehînin Bexdayê ew hatin herêma Kurdistanê û her sê serkirdeyên mezinên arteşa Îraqê: general Elî Xêdan, general Ebud Gember û general Mihsin digel û pîlotan ku balefirên xwe yên şerî li balefirgeha Mûsilê bi cî hêla bûn ji Mûsilê reviyan û li Hewlêrê me ew ber bi Bexdayê bi rê kirin.

- Niha tu serbazên Operasyonên Dicle û urdiwa Îraqê li Kerkûkê nemane û pêşmergem hêzên asayîş û zêrevananî li ewan deveran bi cî bûne.

Li gor Cebar Yawer heta niha ferman ji hêzên pêşmerge re nehatiye dan ber bi wan bajarên ereban yên di bin destê DAÎŞ ve biçin û got: ”Pêwîst nake pêşmerge ber bi wan deveran ve biçe ji ber ku hêzên Îraqê li wan deveran nemane û ew dever di rewşek xeter dane û dibin destê DAÎŞ de ne.

Top