Li dijî Wezîrê Pêşmergeyan êrîş
Li gorî medya YNK'ê konvoya Wezîrê Pêşmergeyan Ceîfer Şêx Mûstafa, li başûrê Kerkûkê rastî êrîşê hat. Hat ragihandin ku di êrîşê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest daye, wezîr jî bi saxî rizgar bûye. Der barê rê û rêbaza êrîşê de agahî nehatin wergirtin.
