• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge Dest Bi Ser Xala Sînurîya Tiripke De Girtin

Hêzên Pêşmerge Dest Bi Ser Xala Sînurîya Tiripke De Girtin
Jêderekî ji bajarokê Sinun ragihand, ku hêzên pêşmerge piştî şerrekî giran bi çekdarên Da`iş re, karîn dest bi ser xala sînurîya Tiripke de bigirin.

Di evê bareyê de, rêvebirê bajarokê Sinun Nayif Sîdu ji PNA re ragihand, ku evroj hêzên pêşmerge gihijtin xala sînurîya Tiripke û piştî şerrekî dijwar bi çekdarên Da`iş re, karîn xala sînurîya han kontrol bikin.


Weha jî da zanîn, ku di evê şerrê han de 2 pêşmerge birîndar bûn û ber bi nexweşxaneya Duhokê ve hatin veguhastin.


Hêjayê gotinê ye, ku xala sînurîya Tiripke dikeve ser sinurê Suriye li ser rêya serekîya Şengal-Rebî`e.

Top