• Saturday, 14 February 2026
logo

Yekîtiya Ewropa dixwaze Kurdistan û Iraq hêzên xwe bikin yek

Yekîtiya Ewropa dixwaze Kurdistan û Iraq hêzên xwe bikin yek
Yekîtiya Ewropa derbarê êrîşên çekdarên DAÎŞê li dijî çend bajar û navçeyan Iraqê de, daxwaz dike ku Iraq û Herêma Kurdistanê hêzên xwe bikin yek.

Nûneratiya Yekîtiya Ewropa li Iraqê di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li hember têkçûna rewşa ewlekariyê li Iraqê û bi taybet li Mûsilê anî ziman. Herwiha êrîşên vê dawiyê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe de, Yekîtiya Ewropa daxwaz ji hemû hêzên demokrat ên Iraqê kir ku bi hev re li gor destûr kar bikin.

Yekîtiya Ewropa herwiha ji hikûmeta Iraqê û Yekîtiya Ewropa xwest ku hêzên xwe yên siyasî û leşkerî bikin yek û ewlekariyê li parêzgehên Iraqê vegerîne. Herwiha ji hemû pêkhateyên Iraqê xwest ku piştgiriya hewlên bi vî awayî bikin.

Rudaw
Top