Burkay: Kesê ala Tirkiyê daxistiye girêdayî MÎTê ye
Burkay ji medyayê re diyar kir ku “ew kes ne zarok e, diyar e ku wî perwerdeya komandosê dîtiye, lê ya balkêş ewe ku çima hêzên ewlekariya li wê derê destêwerdana wî kesî nekirin”.
Kemal Burkay aşkere kir ku “ev bûyer zelal diyar e ku provaksyone û dema ku xwepêşandanên wiha çêbibin dibe jêrzemîneke xurt ji provakasyonan re”.
Serokê HAK-PARê destnîşan kir ku “di dema borî de gelek bûyerên wiha rûdan û di encamê de derket holê ku bi destê MÎTa Tirkiyê çêbûye û ne dûre ku endamên rêxistina Ergenekonê jî kiribin”.
Di xwepêşandanên roja 9ê hezîranê li Amedê, ciwanek ala Tirkiyê li ser bargeha hêzên ezmaniya Tirkiyê anî xwar.
Rudaw
