PKK amade ye ligel hêza Pêşmerge Kurdistanê biparêze
Di vê derbarê de Demhat Egîd ji BasNewsê re got: ‘’Piştî wan şer û aloziyên ku van çend rojên borî li navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê derketin û li hinek navçeyan teqîn çêbûn ku bûn sedema şehîd û birîndarbûna hevwelatiyan, ji ber hevxemiya xwe, em wek Hêzên Parastina Gel (HPG) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) amade ne bi hemû şiyana siyasî û leşkerî bo parastina wan destkeftên Başûr hêzên xwe bişînin, nehêlin ew rewş têk biçe û dilnexwazên Kurdan destêwerdanê bikin.’‘
Egîd axaftina xwe wiha qedand: ‘’Li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî Rojavayê Kurdistanê û beşek ji axa Başûr ji ber çeteyên DAİŞ’ê û kirêgirtiyan metirsî li ser e, loma niha divê Kurd yekgirtî bin, destê xwe bidin destê hev, milmilaneya siyasî deynin aliyekî û hevgirtî bin bo parastina axa Kurd û nasnameya Kurdî.’‘
Basnews
