• Saturday, 14 February 2026
logo

Ocalan: Divê çêkirina qereqolan were sekinandin

Ocalan: Divê çêkirina qereqolan were sekinandin
Endama şanda Îmraliyê Pervîn Bûldan, ragihand ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de ji dewleta Tirkiyê xwestiye çêkirina qereqolan li Kurdistanê bide sekinandin her wiha daxwaza pêkanîna “çavê sêyem” ji bona çavdêriya pêvajoya aştî û çareseriyê kiriye.

Cîgira Serokê Koma HDP'ê û endama şanda Îmraliyê Pervîn Bûldan, hevdîtina dawî bi Abdullah Ocalan re ji ANF'ê re vegot.

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re ew saet 13.30 (bi dema Tirkiyê) gihîştine Girava Îmraliyê û got, "Bi Birêz Ocalan re li odeya em her tim civînê dikin, bi qasî 2 saetan me hevdîtin kir. Tenduristî û moralê wî baş bû. Silav li her kesî dikir."

“Ya li Lîcê qewimî ji ber gavnehavêtina AKPê bû”

Bûldan diyar kir ku Ocalan ji malbatên ku 2 kesên wan li Lîcê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine qetilkirin, sersaxî xwest û wiha axivî: "Di serî de Lîce, ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest. Birêz Ocalan diyar kir ku pêvajo hesas û dîrokî ye û xwest her kes di vê pêvajoyê de bi baldarî tevbigerin; rê nedin lîstik û provokatoriyan. Da zanîn ku wî Lice ji nêz ve şopandiye, ji televîzyonê şopandiye. Got, 'Dema min ji destpêkê ve got ku divê her kes li hemberî kesên dixwazin pêvajoya provoke bikin hişyar bin, mebesta min ev bû.' Anî ziman ku hewldanên AKP'ê yên ji destpêka pêvajoyê ve çêkirina qereqolan û veguhastina leşkerî dewam kir, mijara girtiyên nexweş çareser nekir û bi pêvajoyê re der barê van mijaran de gav neavêt, pêwendiya xwe bi Liceyê re heye. Ocalan di dewama axaftina xwe de got, 'Bûyerên li Liceyê qewimîn, tişta em hemû li bendê bûn, me texmîn dikirin bû. Qet nebe divê ji niha û pê ve bûyerên bi vî rengî neqewimin. Pêwîste gelê Tirkiyeyê jî di vê mijarê de hestyar be.' Ji her du aliyan xwest ku bi taybetî di dewamiya pêvajoyê de bi baldarî tevbigerin."

“Dîmen û rewşa şer nîşan gel nedin”

Bûldan da zanîn ku Ocalan nerazîbûn nîşanî çêkirina qereqolan daye û got, "Ez beşdarî 18 civînên bi Birêz Ocalan re bûm. Yek ji kesên ku ji destpêka pêvajoyê ve hevdîtinê dikim. Ji civîna destpêkê heta ya dawiyê dixwaze AKP dest ji amadekariyên şer berde. Di hevdîtina duh de jî bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û destnîşan kir ku divê AKP ji hewldanên amadekariya şer vegere." Bûldan da zanîn ku Ocalan gotiye, "Çêkirina qereqol, kaleko, rê û bendavên xwedî armancên leşkerî, zerarê didin pêvajoyê. Gel nerazî ye. Divê tiştekî ku dîmenê şer nîşanî gel dide, neyê kirin. Kalekol jî yek ji van e û Lice herêmeke hesas e."

“Divê çêkirina qereqolan were sekinandin”

Bûldan ragihand ku Ocalan banga berpirsyariyê li AKP'ê kiriye û ev xal destnîşan kir:
"Birêz Ocalan dibêje 'qonaxa em tê de ne hêviyê dide lê di heman demê de ji AKP'ê dixwaze ku hîn bêtir bi berpirsyarî û baldarî tevbigere.' Da xuyakirin ku divê çêkirina qereqolan tavilê werin rawestandin û ev dîmenên amadekariya şer nîşan didin demeke ji ya din zûtir bê bidawîkirin. Got, 'Helwesta AKP'ê bi ti awayî ne guherî; kalekol, veguhastina leşkerî, zextan dewam kirin; gel derfet nedît ku nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Ji ber ku em hatine pêvajoyeke hesas, em hatine pêvajoya ku nexşeyên rê bên derxistin. Divê rewşê de divê her kes bi berprisyarî rabin. Da xuyakirin ku dema behsa 'berpirsyariyê' dikir, mebesat wî çêkirina qereqolan, veguhastina leşkerî, hewldanên lîncê yên li dijî gel bû û destnîşan kir ku divê AKP pêşî li van bigire. Anî ziman ku AKP li pêşberî van bêdeng dimîne."

“Em AKPya hegemonîk qebûl nakin”

Hat zanîn ku Ocalan rexneyên xwe yên li AKP'ê bi awayê "Emê AKP'yeke hegemonîk qebûl nekin. Divê AKP tavilê ji rewşa hegemonbûyînê derkeve. Bi Tirkiyeya demokratîk, biratiya gelan a komarê re, derfetên ku her kes dikare xwe bi awayekî azad îfade bikin, em dikarin biafirînin." dewam kiriye.

Bûldan da xuyakirin ku Ocalan komxebata AKP'ê ya li Amedê jî nirxandiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ocalan dema bal kişand ser komxebata li Amedê diyar kir ku wî ev komxebat şopandiye, ev yek girîng e û got, 'Eger wezîrên li wê derê axivîn nexşeya rê amade kiribûna û di wê komxebatê de pêşkêş kiribûna wê li Liceyê ev bûyer neqewimiya. Rojek berê komxebat hat lidarxistin û eger ji vê civînê tiştekî şênber bihata aşkerakirin, nexşeya rê ji raya giştî re bihata aşkerakirin, rojek piştre wê li Liceyê ev bûyer rû nedabûna."

Bûldan da xuyakirin ku ew texmîn dikin di hevdîtina pêş de der barê nexşeya rê de wê daxuyanî yan jî agahdarkirinek bê kirin û got, "Ji îro êvarê û pê ve emê daxwaza hevdîtinê li hikûmetê bikin. Bi wezîrên pêwendîdar re wê ji niha û pê ve hîn bêtir hevdîtin û nirxandin werin kirin. Emê bi Birêz Ocalan re hîn bêtir hevdîtinan bikin. Serdana me ya li Qendîlê jî dibe ku dawiya hefteyê pêk were. Di nava van 10 rojan de emê hem bi Birêz Ocalan, hem bi Qendîlê hem jî bi hikûmetê re hevdîtinê bikin."

Bûldan ragihand ku Ocalan diyar kiriye ku di hevdîtina pêş de ewê li ser rewşa Rojava, Îran û Iraqê nirxandinên berfireh bike û diyar kir ku Ocalan der barê şaredarvaniyê de ev peyam daye: "Bi taybetî divê şaredariyên li herêmê gelekî serketî bin. Esasgirtina şaredarvaniya komunal û demokratîk û bicihanîna vê şaredarvaniyê wê di nava gel de rê li ber hêviyeke mezin veke. Ne bi wergirtina 1-2 kesan ji bo kar; divê bi alîkarîdayîna tevahiya gel were rêvebirin. Divê hemû şaredarî alîkariyê bidin hev, li cem gel cih bigirin. Di şaredarvaniyê de pêwîste Şaredariya Amedê bibe şaredariya mînak. Eger Amed bixebite wê ji şaredariyên din re jî bibe mînak. Ji ber ku AKP'ê kaniya krediyê biriye kes negirî û hewl nede vê ji gel re vebêje. Bi feraseta şaredarvaniya komunal re, bi alîkarîdayîna hev hûn dikarin di demeke kurt de hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku li Amedê bingeheke mezin heye; di warê aborî de jî, di warê dewlemendiya erdê de jî. Erdê berhemdar heye. Eger ev hemû were bikaranîn wê Amed bibe şaredariya mînak û bi vê mînakê re eger hemû şaredarî piştevaniya hev bikin, wê pirsgirêkên gel çareser bikin."

Hat ragihandin ku Ocalan pêşniyara xwe ya Desteya Şopandinê ya ji bo 'pêvajoya çareseriyê' jî aniye rojevê. Bûldan wiha axivî: "Birêz Ocalan got divê der barê pêvajoyê de teqez Desteya Şopandinê bê avakirin. Weke 'çavê sêyemîn' bi nav kir. Diyar kir ku Desteya Şopandinê wê di vê demê de xwedî roleke gelekî mezin û aliyên başkirinê be. Mesela dema Lice dinirxand got, 'Me Desteya Şopandinê ji ber vê xwest; wê bûyeran bişopîne, rêyan kontrol bike, li hemberî neyîniyan bikeve navberê û pirsgirêkan çareser bike. Bi lezgînî pêwistî pê heye. Em behsa muzakereya demokratîk dikin û di muzakereya demokratîk de fen û lîstik nabe. Ancax Desteya Şopandinê dikare dest lê werde.' Bûldan da xuyakirin ku dema Ocalan diyar kir ku divê pêvajo bi zelalî bimeşe gotiye, 'Hem hikûmet hem jî em, divê hemû xebatên tên kirin bi raya giştî re parve bikin. Girînge heyetên cuda jî bên vê derê. Hatina kesên cuda dikare rê li ber zelaliyê veke. Ji civaka sivîl, çapemeniyê, kesayetên taybet jî mirov dikarin bên."

Bûldan ragihand ku Ocalan xwestiye bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike û gotiye, "Hînê nikarim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim. Feyda xwe heye ku tavilê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikim."

Bûldan diyar kir ku Ocalan ragihandiye ku ew plan dike di dema herî kurt de nameyeke dirêj ji KCK'ê re binivîsîne û got, "Birêz Ocalan got ku ewê di rojên pêş de nameyeke dirêj ji KCK'ê re binivîsîne. Ji me re jî got, 'Dîsa jî hûn bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bikin û bi awayekî devkî ragihînin."

Bûldan da xuyakirin ku di dawiya civînê de wan li nêrînên Ocalan ên li ser mijara alê pirsîne û ev bersiv jê wergirtine: "Ti helwesteke me ya neyînî û rencîdekirinê li hemberî ti nîşane û nirxên neteweyî yên ti neteweyan çê nebûye, çê nabe. Ev provokasyona dawî ya alê jî, ku ji bo em bên pêşberî gelê Tirkiyeyê hat kirin, divê her du alî lêpirsînê bimeşînin û encamên wê bi tevahiya gelê me re parve bikin. Divê her kes bizanibe ku provokasyonên bi vî rengî, li hemberî nirxandinên min ên neteweya demokratîk ên li dijî pêşeroja hevpar a gelan, tê kirin."

Rudaw
Top