• Saturday, 14 February 2026
logo

DAÎŞê beşek ji Kerkûkê jî girt

DAÎŞê beşek ji Kerkûkê jî girt
Cîgirê serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî ragihand ku çekdarên DAÎŞ navçeya Zab, Ebasî û Hewîce kontrol kirin.

Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku navçeyên Zab û Ebasî ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve hatin kontrol kirin.

Talebanî amaje kir ku hê şer û pevçûn jî li navçeya Reşadê berdewamin, herwiha DAÎŞ navçeya Hewîce kontrol kirin.

Berî niha jî, Fermandeyê Polîsên Bajarok û Derdora Kerkûkê, Serhed Qadir ragihand, li deverên Zap û Reşadê yên Kerkûkê şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de didome. Qadir herwiha red kir ku ew dever ketibin bin kontrola DAIŞê.

Rudaw
Top