• Saturday, 14 February 2026
logo

heta niha 300 hezar kes ji bajarê Mûsilê koçberî navçeyên Kurdistanî bûne

heta niha 300 hezar kes ji bajarê Mûsilê koçberî navçeyên Kurdistanî bûne
Li gor daneyên rêxistinên însanî, ji dû-sê rojên rabirdû ve û heta niha 300 hezar kes ji bajarê Mûsilê koçberî derveyî bajêr bûne û piraniya wan ber bi navçeyên Kurdistanî yên derveyê herêmê û Herêma Kurdistanê hatine. Herwiha tê çaverêkirin ku hejmara koçberan bigihe yek milyon kes.

Hêjayê gotinê ye piştî wêya şeva borî şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAİŞ û hêzên ewlekariyê yên Mûsilê de derket û çekdarê rêxistina navbirî karîn avahiya parêzgar, binkeyê polîs û firokexaneya bajêr kontrol bikin, xelk bi qeflan ji bajêr reviyan û berê xwe dan Herêma Kurdistanê.

Ji aliyekî din ve Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji bo parastina can û malê hevwelatiyên Kurd li derdora Mûsilê bicîh bûne û niha hinek taxên bajêr jî di jêr kontrola wan de ne, herwiha niha Bendava Mûsilê û Rebîe jî ketine bin kontrola hêzên Pêşmerge.

Basnews
Top