‘‘Îran madeyên hoşber dişîne Kurdistanê’‘
Di beşeke nameyê de tê gotin ku Îranê çendîn kargehên çêkirina madeyên hoşber li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê damezrandine û ji wê derê jî madeyên hoşber dişîne Herêma Kurdistanê.
Herwiha wan çalkvanên Kurd bal kişandine ser vê meselê ku rejîma Îranê bajarê Mehabadê kiriye navenda dabeşkirina madeyên hoşber ên wek Şûşe bo bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê.
Daxwaza wan çalakvanên Kurd ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyên peywendîdar û medyayên Kurdistanê ew e ku pêşiya wê plana Îranê bigirin û hewlên xwe ji bo nehiştina bikaranîn û hatina madeyên hoşber bo nav axa Herêma Kurdistanê zêdetir bikin.
Basnews
