Serok Barzanî serxweşiyê li Dr Ebdulhekîm Beşar kir
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Suriye
Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya bavê we yê rêzdar gihîşt min. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên rêzdar û hemû malbata (Heso) û heval û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim bavê we yê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.06.2014
