• Saturday, 14 February 2026
logo

Rebîhe di bin kontrola pêşmerge de ye

Rebîhe di bin kontrola pêşmerge de ye
Bajarokê Rebîhe yê girêdayî parêzgeha Neynewayê ket bin kontrola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

Fermandarê lîwaya 8 a Pêşabûrê ya hêzên pêşmerge Haşim Sîteyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge derbasî nav Rebîhe bûn û çekdarên DAÎŞê ji wir derkirin.

Bajarokê Rebîhe li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û deriyekî sînorî yê navdewletî li wir heye.

Li aliyê Rojavayê Kurdistanê, navê derî Til Koçber e û ew di bin kontrola şervanên YPGê de ye.

Li aliyê Başûrê Kurdistanê jî navê deriyê sînorî, Rebîhe ye û ew niha ket bin kontrola pêşmerge.

Rudaw
Top