• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Dêrsîmê çalakiyên têkildarê Lîcê didom in

Li Dêrsîmê çalakiyên têkildarê Lîcê didom in
Li navenda bajarê Dêrsîmê pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Şoreşger li ber avahiya AKPê ya bajêr bi armanca protestokirina kuştinên li Lîcê, çalakiyek li dar xistin.

Duh danê êvarê, pêkhateyên “Yekîtiya Hêzên Şoreşger” Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîzan û Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF) bi armanca şermezarkirina tundî û kuştina 2 kesên li Licê, li ber avahiya Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ya li Taxa Şaxangê bi beşdariya Hevşaredarê Dêrsîmê û gelek hemwelatiyan çalakiyeke pirotestoyî li dar xistin.

Beşdarên çalakiyê bi qasî 5 xulekan rêya Dêrsîm-Xarpêtê birîn û nehêştin wesayît derbas bibin. Çalakvanan hima him dirûşmeya 'Li ber xwe bide Lîcê, Dêrsîm e piştevanê te” berz kirin.

Çalakiya ku di bin pankarta “Li hemberî nijadperestiya AKPê em hêla berxwedana şoreşger mezin bikin” pêk hat de, li ser navê girseyê serokê ESPa Dêrsîmê Alî Ekber Kaya axivî.

Kaya got ku “bi armanca rawestana çêkirina qereqol û bendavan, ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê û avakirina aştiyê, ji bo hikûmet gavên pêwîst di vî warî biavêje, ecv çend rojin gelê Lîcê li ber xwe dide”.

Kaya bûyerên li Lîcê û kuştina du kesan mîna “komkujî” bi nav kir û got “Bêguman berpirsê vê komkujiyê jî hikûmeta AKPê ye”.

Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo çareseriya kêşeya Kurdî, daxwaz diyar in. Lê belê hikûmeta AKPê ya ku van daxwazan piştguh dike û gavekê navêje, zarok û jinên ku ji Rojava derbasî vî berî dibin dikuje û gelê ku mafê xwe yê demokratîk bi kar tîne hewl dide bi bombeyên gazê bifetisîne. Serokwezîr Erdogan her core daxwaza maf û azadiyan wekî derbeyeke li dijî xwe dibîne. Serokwezîr çareseriya pirsa Kurdî jî ji saziyên saloxgeriyê re berdaye û serokwezîr hê jî vê kêşeyê wekî kêşeyeke ewlekariyê dibîne”.

Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan belav bûn.

Derengiya şeva borî bi heman armancê li Taxa Gazîkê çalakî hat lidarxistin. Di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. Herwiha di protestoya ku şeva berê yên li Taxa Gazîkê hat lidarxistin de jî 7 kes hatibûn binçavkirin.

Rudaw
Top