• Saturday, 14 February 2026
logo

Daxistina ala Tirkiyê rewş aloztir kir

Daxistina ala Tirkiyê rewş aloztir kir
Roja duşemê dema ku xwepêşandanên protestokirina bûyera Lîcê ku du welatiyên Kurd tê de jiyana xwe ji destdan çêdibû, yek ji nav xwepêşanderan ala Tirkiyê ya li ser avahiya hêzên ezmaniya Tirkiyê danî.

Hevserokê HDPê Ertugrul Kurukçû derbarê wê bûyerê de ragihand ku “ew bi bûyera daxistina ala Tirkiyê nehesiyan, eger tiştekî wiha bûye jî dibe ku zarokek ev kar kiribe”.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi tundî bersiva Kurukçû da û got “Kê ew kar kiriye ewê hesabê wê bide, wezîrê karê hindur wê lîkolînekî berfereh çêbike û wê derkeve holê ku kî li pey wê bûyerê ye, eger dibêjin ew zarok e, ew mijar wî têkildar nake, kî dibe bila bibe, ewê bi giranî hesabê wê kiryarê bide”.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di rêya şanda HDPê re ku roja duşemê hevdîtin bi wî re pêkaniye diyar kir ku “ev kiryar nayê qebûlkirin û divê demildest lipeyçûn were kirin”.

Rudaw
Top