Şanda Îmraliyê ji ber bûyerên Lîcê sibê diçe ba Ocalan
Şanda Îmraliyê îşev di daxuyaniyekê de ragihand, dê îro (09.06.2014) herin girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Ji xwe di hevdîtina hefteya borî ya me bi birêz Ocalan re hatibû ragihandin ku emê di demek kurt de cardin herin dîtina wî, helbet bûyerên vê dawiyê bi taybet aloziyên Lîcê wisa kirin ku ev hevdîtin zûtir pêk were…”
Tê zanîn, şanda Îmraliyê hefteya borî jî çûbûn dîtina Ocalan.
Malbatên girtiyên girtîgeha Îmraliyê jî dê sibê herin dîtina girtiyên xwe.
Rudaw
