2 teqînan bajarokê Xurmatû hejandin
Biryare şanda Amerîkî îro, Duşemê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û çend berpirsên din ên Kurd bicive bi mebesta gotûbêjkirina pirsa şandina û firotima petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve.
Roja 22ê Gulan hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku wê dest bi firotina petrola xwe kiriye ya li bendera Cîhan ya Tîrkî imbarkirî bû, Amerîka jî nerazîbûna xwe li ser vê pirsê ragihandibû.
Li gor di medyayê de hatiye belavkirin şanda Amerîkî pêşniyazek helgirtiye bo rayedarên Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê derbarê çareserkirina arîşeyên di navbera her du aliyan de, di destpêka wan arîşeyan de, arîşeya petrolê ye.
Di vê barê de Brett Makourk ragihand ku “Amerîka piştgiriya şandian petrolê ji çi deverê ji Iraqê nake, bêy razîbûna hikûmeta itîhadî.”
Herwiha Brett Makourk da zanîn ku wan pêşniyazek pêkşê kiriye bo çareserkirina pirsa petrolê ya ku gelek arîşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêkirine û derbarê pêşniyazê de got: “Amerîka pêşniyazek pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta itihadî kiriye, ku li gor rêkeftinekê Herêma Kurdistanê mehane pişka xwe ji dahata petrola Iraqê û bi awayekî rasterast werbigire.”
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa di çarçoveya beşdarîkirinê di bernameya Rûdawa Îro de, li ser televîzyona Rûdawê ragihand ku serbarê nerazîbûna Amerîka ji firotina petrola Herêma Kurdistanê, lê Kurdistanê ji vê gava han venagere.
Felah Mistefa li ser helwesta Amerîka ya li hember hinartin û firotina nefta Kurdistanê got jî: “Amerîka li gorî berjewendiyên xwe li vê meselê dinêre û dixwaze li herêmê aramî hebe lê em êdî naxwazin Amerîka me bike qurbana berjewendiyên xwe.”
Rudaw
