• Saturday, 14 February 2026
logo

Parliyamenterekî PDK: Şandina Petrolê Ji Bo Serxwebûna Aborî Ye

Parliyamenterekî PDK: Şandina Petrolê Ji Bo Serxwebûna Aborî Ye
Cihgirê serokê komîteya samanên siruştî di parliyamenta Kurdistanê de ragihand, ku şandina petrolê ber bi derve ve ji bo serxwebûna Kurdistanê nîne, belê ji bo serxwebûna aborî ye.

Dilşad Şe`ban ji BasNews re ragihand, ku di kombûna heftîya derbasbûyî ya navbera şandeya hukûmeta herêmê û parliyamentê de, behsa diruskirina dirava Kurdistanê nehatiye kirin û ew nûçeyên di evê bareyê de hatine belavkirin, durin ji rastîyê, ji ber ku ev karekî nedestûrî ye.

Weha jî da zanîn, ku şandina petrolê ber bi derve ve ji bo serxwebûna Kurdistanê nîne, belê ji bo serxwebûna aborî ye.

Weha jî da xuyakirin, ku hukûmeta herêmê li ser şandina petrolê ber bi derve ve berdewam e û hukûmetê sozdaye, ku hemû tiştekî di bareya şandin û firoştina petrolê de bide parliyamentê.
Top