HPG: Me tola êrişên Lîcê li artêşa tirk vekir
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê duh êrişî xwepêşander û çalakvanên ku nêzîkî 15 roj in li ser rêya Çewlik û Lîcê li dijî çêkirina qereqol û encamdana operasyonên leşkerî çalakiya rûniştinê dikin, kirin û di encamê de 2 kes mirin û yek jî birîndar bû ku tê gotin rewşa wî baş nîne.
HPGê duh di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan duh bi şev, li dijî êrişên leşkerên tirk li hember xwepêşandana Lîcê çalakiyeke bersivdayînê li heman deverê pêk anîne.
Li gorî ANFê, di wê êrişê de kuştî û birîndarên artêşa tirk çêbûne ku bi “helîkopteran” kuştî û birîndarên xwe veguhestine.
Di daxuyaniya HPGê de hatiye gotin ku ti êrişeke artêşa tirk li dijî gelê kurd bêbersiva namîne lê di heman demê de jî ew girêdayî pêvajoya aştî û çareseriyê ne ya ku bi peyama rêveberê girtî yê PKKê Abdullah a Newroza 2013an dest pêkir.
Ev di demekî de ye ku heta niha ti agahî û nûçeyek li ser vê çalakiya HPGê di medyaya Tirkiyê de nehatiye belavkirin û ti daxuyaniyek fermî jî li ser vê yekê nehatiye dayîn.
Rudaw
