• Saturday, 14 February 2026
logo

Penbarên Kampa Domîz alîkariyên darayî ji malbatên xwe re dişînin

Penbarên Kampa Domîz alîkariyên darayî ji malbatên xwe re dişînin
Dema dawîhatina penaberiyê nema diyar bû li gorî penaberan ,ewan berê xwe dane kar bo baştirkirina rewşa xwe û rêjeyeke zêde ji penaberan serkeftineke aborî bi destxistin û hin ji wan destpêkirin bi şandina pereyên zêdî xwe bo malbatên xwe li Rojavayê Kurdistanê.

Li Kampa Domîz nivîsgeheke şandina pereyan bo Rojavayê Kurdistanê hene û li gorî wan hin meha dora melyon dolarî ji penaberên parêzgeha Dihokê tenê tên şandina.


Ferhad ku xudanê wê nivîsgehê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêkr: “Pereyên pir têne şandin bo Rojava ,her malbatekî kurekî xwe şand da alîkariya xelkê xwe bike, lewma girînge nivîsgehên wiha hebin.”

Penaberên li Başûrê kurdistanê kardikin û mûçeya xwe ji malbatên xwe re dişînin da malbatên wan penaber nebin û rojava vala nebe ji kurdên xwe.

Hin penaber jî rewşa nû dike ko ji xwe re jiyaneke aram peyda bikin û bibin xwedî mal û otomobîl û dibe ko rewşa wan ya berê li rojava ne wiha bû


Kampa Domîz li gorî nerînên çavdêran bû ye nêzîkî (Bajarokekî) û ev bajarok hejar û belengaze herwiha karker û zengîn lê hene.

Rudaw
Top