Ji ber êrişên DAIŞê xelkê Mûsilê ji bajêr direvin
Ev çend roj in li parêzgeha Mûsilê û li nav bajarê Mûsilê de şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên rêxistina DAIŞê de didome û heta niha bi dehan kes hatine kuştin ku herî zêde sivîl in.
Ji ber vê yekê û têkçûna rewşa ewlehiya Mûsilê xelkê wê deverê neçar dimînin dest ji mal û warê xwe berdin û berê xwe bidin Herêma Kurdistan û cihên aram.
Welatiyekî ereb, ji Rûdawê re got, me her tiştên xwe, mal û tirombêla xwe di cîh de hîştine ji ber rewşa bajarê Mûsilê gellekî aloz bûye…
Hinek malbat jî bi pêxasî ji bajêr direvin û bi piyan berê xwe din Herêma Kurdistanê…
Pêşmerge û xelkê Kurdistanê jî pêşwaziya wan malbatan dikin….
Rudaw
