• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Diyarbekirê şer e, 2 kuştî hene

Li Diyarbekirê şer e, 2 kuştî hene
Li navçeya Lîce ya Diyarbekirê ku 15 roj bû gel li dijî çêkirina qereqol û bendavan di çalekiyê de bûn, leşker û polîsan doh bi şev (07.06.2014) bi TOMA û bombeyên gazê êriş birin ser wan û di encam de 2 kes hatin kuştin.

Li gor ANF’ê Parlamentera Diyarbekirê Nursel Aydogan ragehand ku di êrişa çêbûyî de 2 kes hatine kuştin. Herwiha hat ragehandin ku li herêma Abali ya ku êriş lê pêkhatiye tu agahî nayên wergirtin û tê îdia kirin ku gelek birîndar hene û hejmara kesên hatine qetil kirin 2 kes e. Herwiha rojnamegerên ku xwestine biçin cihê bûyerê ji aliyê hêzên polîsan ve hatine asteng kirin.

Li aliyê din polîsan êrişî girseya ku bi sedema pêşandana nerazîbûna qetilkirina hevwelatiyên Kurd, li ber zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê kom bûn û di navbera girse û polîan de şer derketiye.

Basnews
Top