El-Sîsî wê îro sûnda destûrî bixwe
Wezîrê bergiriyê yê berê û zilamê dewletê yê herî bi hêz li Misrê Ebdilfetah el-Sîsî wê îro di merasîmekê de bi amadebûna çend kesatî û serkirdeyên erebî, sûnda destûrî bixwe.
Di mersîma sûndxwarina el-Sîsî de, jibilî Qeter a ku piştgiriya Îxwan Muslimîn dike, nûnerên welatên din ên Kendavê ku her tim bi awaykî bi hêz piştgiriya el-Sîsî dikirin wê amade bibin.
Li gor medyaya fermî ya Misrê, ji welatên Kendavê, welî ehdê Erebistana Siûdiyê mîr Selman Bin Ebdilezîz, mîrê Kuwêtê şêx Subah el-Ehmed el-Subah û welî ehdê Behreynê Hemed Bin Îsa wê tevlî merasîma sûndxwarinê bibin.
Herwiha serokê Filestînê Mehmûd Ebas jî di merasîmê de wê beşdar bibe ku biryar e pişt re 2 aheng li 2 koşkên serokatiyê li Qahîreyê bên lidarxistin.
Ji welatên rojava wê şêwirmendê wezîrê derve yê Amerîka Tomas Shanon û balyozê Fransa li Misrê tevlî merasîma sûndxwarinê bibin.
El-Sîsî di 30ê hezîrana 2013an de û ji ber xwepêşandanên gelê Misrê, serkirdeyê Îxwan Muslimîn Mihemed Mursî ji posta serokatiyê dûrxist.
Rudaw
