‘Navçeyên Kurdî serbixwe ne, tenê di warê yasayî de ji Sûriyê cuda nebûne’
Ligel vêna jî ku li Sûriyê parêzgeha duyem û gelekî girîng e li derveyê desthilata rejîmê ye, Rîf a Şamê jî li derveyê desthilata Esed e, herwiha bajarên wek Der’a, Reqa, Dêrezor, Rîf, İdlib û Rif a Laziqiye jî li derveyê desthilata rejîmê ne.
Feysel Qasim wiha dibêje: ‘’Hinek nefahm û gêj wiha dizanin ku karesata li Sûriyê bi dawî bûye, tenê ji ber ragehandina encama hilbijartinan, bê çawa Amerîkayê ew hilbijartin wek ‘’karesata sedsalê’‘ binav kir ku bi rastî jî rast gotiye û di warê zerarên wê de jî karesateke bê wêne ye.’‘
Qasim li ser rûpela xwe di dawiyê de wiha nivîsiye: ‘’Ev hilbijartina han komedî ye û ne dawiya hemû tiştî ye, evna wek wêya kesek bi madeyên hoşber ve hatibe girêdan, piştre dema tê ser hişê xwe hest bi êş û janan dike.’‘
Basnews
