• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Hewlêrê pîrozkirina 62saliya roja niştimaniya Misirê

Li Hewlêrê pîrozkirina 62saliya roja niştimaniya Misirê
Di merasima pîrozkirina 62saliya roja niştimnaiya Misirê ku, roja 4ê vê mehê li Hewlêrê ji aliyê konsolxaneya Misirê ve hatibû saz kirin, Slêman Osman konsulê giştiyê Misirê yê herêma Kurdistanê di peyvekê de got:

- Qerbareya bizava bazirganiyê navbera Misir û Kurdistanê gihiştiye 70-100 milyon dolaran ev hijmar ber bi zêdebûnê ve diçe. Eger ew piroje û rêkeftinên her du aliyan pilankiriye bên cîbicî kirin dê îsal qebaereya bazirganiyê navbera Hewlêr û Qahîreyê bibe du qat.

Di merasimê de ku, hijmareke berpirsên hikûmetê, diplomatkarên biyanî û hijmareke mezin ji revende misirî a li herêma Kurdistanê amade bûn, konsulê Misirê got ku, niha Kurdistan û Misir lêdixebitin ku, bizava bazirganî û seferên navbera her du aliyan de hêsantir bikin û ew astengiyên di rê de hene rakin. Aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê wisa kiriye ku, kompaniyên misirî berê xwe bidin Kurdistanê û niha di hevtiyekê de çar geştên asîmanî navbera Hewlêr û Qahîreyê hene.

Osman got jî ku, ji encamê wan rêkeftinên navbera zanîngehên Kurdistan û Misirê de hatine îmza kirin, niha zêdetir ji hezar xwendekarên kurd li zanîngehên Misirê dixwîn in.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi navê serokêwezîrê Kurdistanê, bi minasibeta serkeftina hilbijartinan û hilbijartina serokekî nû, pîrozbahî li gel û hikûmeta Misirê kir û got:

- Misir yekemîm welatê erebî bû di sala 2010ê de konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir û roj bo rojê têkeliyên navbera her du aliyan de berfirehtir dibin û her du aliyan ji bona xurtkirin û pêşdebirina têkeliyan xwesteke bihêz heye.

Weke tê zanîn di merasima pîrozkirina 62saliya roja neteweyî ya Misirê de; Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Sînan Çelebî wezîrê bazirganiyê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê û nûnerên aliyên siyasiyên kurdistanî û hijmareke karsazan ji her du aliyan amade bibûn.

Top