Li Mûsilê 75 çekdarên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Di vê derbarê de efserekî hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Mûsilê bi navê Eta Mihemed nûçe ji BasNewsê re pişt raskir û got: ‘‘Iro hêzên artêşa Iraqê bi alîkarîya hêzên asayîşa parêzgeha Mûsilê di şer û pevçûnekê de li rojavayê Mûsilê bi çekdarên DAÎŞ’ê re 75 terorîst kuştin ku piraniya wan ne Iraqî bûn û ji welatên din bûn.’‘
Eta Mihemed da zanîn ku her di wan şer û pevçûnan de 20 otomobîlên çekdaran hatine têkşikandin û rewşa parêzgehê ji aliyê hêzên Asayîşa ve hatiye kontrol kirin. Herwiha tekez kir ku niha hêzên ewlekariyê û artêşê di alarmê de ne bo rûbirûbûna her êrîşekê.
basnews
