Konseya Ewelkariyê behsa petrola Kurdistanê dike
Konseya Ewlekariyê li ser pêşniyara raporteke şandeyê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, daxwaz çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.
Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vitaly Churkin di daxuyaniyekê de daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Iraqê kir ku bi hev re hemahengiyê bikin ji bo bihêzkirina yekrêziya niştimanî û parastina serwerî û aramiya Iraqê.
Churkin herwiha ji aliyê siyasî yên Iraqê xwest ku bi hev re kar bikin ji bo avakirina hikûmeteke ku gelê Iraqê jê razî be.
Ji aliyê xwe ve serokê Konseya Ewlekariyê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir ku hemû nakokiyên xwe, bi taybet ên derbarê hinartina petrolê û dahata wê de, bi awayekî çareser bikin ku ligel rêkeftinên navdewletî yên Iraqê bigunce.
Rudaw
