Ocalan: PKK ya Qendîlê di bin bandora Îranê de ye
Di hevdîtineke taybet de ligel BasNewsê ku li mala wî ya li Hewlêrê hat kirin, Osman Ocalan derbarê proseya aştiyê, peywendiyên navbera PDK û PKK’ê û herwiha rewşa Rojavayê Kurdistanê de nerînên xwe anîn ziman.
Ocalan diyar kir ku divabû proseya aştiyê di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ber bi pêş ve biçûya û îdîa kir ku tenê Abdullah Ocalan hewldana aştiyê dike lê serkirdeyên li Qendîlê dijî aştiyê ne.
Osman Ocalan got: ‘’Di dema xwe de wextê şer di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de xurt bû dîsan her tim min piştgiriya aştiyê dikir, lê di nav serkirdeyên PKK’ê de kêm kesan piştgiriya aşitiyê dikirin.’‘
Navbirî wiha dirêjî bi axaxtina xwe da: ‘’Niha du PKK hena, yek ji wan a Îmralî û PKK ya din jî ya Qendîlê ye, PKK ya Qendîlê ku Cemîl Bayik serpereştiya wê dike di bin bandora Îranê de ye.’‘
Ocalan ew îdîa jî red kirin ku qaşo PKK’ê zarok revandine û çend roj dibe rojeva Tirkiyê dagîr kiriye û wiha pêde çû: ‘’Niha pêdiviya PKK’ê bi kesî nîne wan bi zorê bike çekdar, ji ber niha proseya aştiyê di rojevê de ye.’‘
Li ser pirsa Rojavayê Kurdistanê û peywendiyên navbera PDK û PKK’ê jî, Osman Ocalan got: ‘’Çendîn sal dibe PKK li Rojavayê Kurdistanê bihêz e, niha li Rojava PKK desthilat e, ji bo pêşketinên zêdetir li Rojava jî, divê PDK û PKK bigihin rêkeftinekê.’‘
Basnews
