• Saturday, 14 February 2026
logo

Daxwaz tê kirin hêzên pêşmerge biçin Mûsilê

Daxwaz tê kirin hêzên pêşmerge biçin Mûsilê
Rewşa bajarê Mûsilê ji duh de tevlîhev bûye û daxwaz tê kirin ku hêzên pêşmerge biçin Mûsilê ji bo ku Kurdên li wir biparêze, Parêzgarê Neynewayê jî banga civîneke bilez a encûmena parêzgehê dike.

Rêveberê nahiyeya Bertila Elî Mihemed Fethî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rewşa Bertila gelek ewlekar û aram e, lê ji serokatiya Herêma Kurdistanê xwest ku hêzên pêşmerge bişînin navçeyan wan.

Herwiha nûnerê Şebek di encûmena parêzgeha Neynewayê de Xezwan Dawd di rêya Rûdawê re bang li serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku pêşmergeyên zêdetir bişîne Mûsilê ji bo parastina Kurdan, bi taybet Kurdên Şebek.

Dawdî aşkere kir ku çekdarên DAÎŞê bi otombîlên hikûmî li nav bajarê Mûsilê bi awayekî normal digerin.

Berpirsê şaxê 14 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ji rûdawê re ragihand ku roja înê serê sibehê zû hejmarek mezin a çekdarên DAÎŞê derbasî nav bajarê Mûsilê bûn û dest danîn ser çend taxên bajrêr.

Rêveberê asayişa Mûsilê Yasir Haşim ji Rûdawê re ragihand ku heta îro sibehê li taxên Yermûk, 17ê temûz, Qahîre û Întîsar ên bajarê Mûsilê şer di navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên ewlekariyê de berdewam dike.

Yasir Haşim aşkere kir ku 80% ji rêyên Mûsil-Rebîhe, Mûsil-Tilefer, Mûsil-Bexda û Mûsil-Tikrît di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne û rêya Mûsil-Guwêr jî gelek metirsîdar e.

Çavkaniyeke ewlekariyê li bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê her du taxên Îslah Zîraî û Bewabet el-Şam ên Mûsilê kontrol kirine û nişteciyên her du taxan berê xwe dane bajarokê Bertila.

Rêveberê nahiyeya Zumarê Muzahim Seidûn ji Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge û asayişê di amadebaşiyê de ne. Herwiha got ky hejmarek mezin ji malbatên Mûsilê hatine Zumarê.

Berpirsê ragihandina şaxê 14 a PDKê li Mûsilê Saîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 1500 malbatên Kurd û Ereb ji ber şerê artêş û DAÎŞê ji Mûsilê reviyane û berê xwe dane Bertila û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê.

Li hember vê rewşa xirab, parêzgarê Neynewayê Esîl Nuceyfî daxwaz kir ku encûmena parêzgehê civîneke bilez li dar bixe ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlekariyê li Mûsilê û şerê navbera hêzên iraqî û çekdarên DAÎŞê li çend taxên Mûsilê.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê ragihand ku di şer û pevçûnên li bajarê Mûsilê de 16 kes hatine kuştin û 67 kes jî birîndar bûne, herwiha 20 kes jî wendayî ne.
Top