“Rejîma Sûriyê 20 şervanên opozîsyonê îdam kirin”
Hevpeymaniya opozîsyonê duh di daxuyaniyekê de got ku “rejîma Sûriyê nêzîkî 20 şervanan îdam kirine û zêdetirî 80 şervanên Humsê jî birine zindana Filestînê li Şamê”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew şervanan li gor rêkeftina ligel rejîmê ji taxên kevin ên Humsê derketibûn û xwe radestê hêzên rejîmê kiribûn.
Hevpeymaniya opozîsyonê herwiha got ku li gor wê rêkeftina diviyabû ew şervan piştî ku çekên xwe teslîm bikin, serbest bên berdan.
Hevpeymaniyê îdamkirina her 20 şervanan şermezar kir û dilgiraniya xwe anî ziman li hember çarenivîsa her 80 şervanên din ên ku hatine girtin.
Di destpêka meha gulanê ya borî de, hêzên rejîm û opozîsyona Sûriyê li bajarê Humsê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de rêkeftinek îmze kirin. Li gor rêkeftinê hêzên opozîsyonê ji taxên kevin ên Humsê derketin û hêzên rejîmê şûna wan girtin.
Rudaw
