• Saturday, 14 February 2026
logo

Dem Hatiye Kerkûk Vegere Hembêza Herêma Kurdistanê

Dem Hatiye Kerkûk Vegere Hembêza Herêma Kurdistanê
Cihgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Arif Teyfur daxwaz ji Kurdên bajêrê Kerkûkê û rêkxirawên civaka sivîl û partên Kurdistanî kir, ku bi fermî daxwaza vegerandina Kerkûkê ji bo ser herêma Kurdistanê bikin.

Arif Teyfur di beyannameyekî de ragihand, ku dem hatiye Kerkûk vegere hembêza herêma Kurdistanê û di berjewendîya hevwelatîyan de ye, ku Kerkûk vegere ser herêma Kurdistanê û hukûmeta herêmê bajêrê Kerkûkê rêve bibe, ji bo ku sînûrek ji bo binpêkirinên ewlekarî û terorîstî bihê danan ku her roj jîyana hevwelatîyan dike armanc.


Di beşekî dinê evê beyannameyê de hatiye, ku vegerandina Kerkûkê ji bo ser herêma Kurdistanê dê hemû arîşeyan çareser bike û gerek qonaxa deverên bi arîşe bi dawî bihê.
Top