• Saturday, 14 February 2026
logo

Şanda Însiyatîfa Kurdî îro diçe Tirkiyê

Şanda Însiyatîfa Kurdî îro diçe Tirkiyê
Şandeke Însiyatîfa Kurdî ku ji aliyê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) û çend partiyên ku di nav rêveberiya xweseriya demokratîk de cih digirin, hatiye pêşniyarkirin, ji bo ku bi hêzên opozîsyona Sûriyê re hevdîtinan pêk bîne, wê îro serdana Tirkiyê bike.

Şande ji bo ku bi hêzên opozîsyona Sûriyê re derbarê projeya însiyatîfê de bicive, wê îro di rêya deriyê sînorî yê bajarê Dirbêsiyê re derbasî Bakurê kurdistanê bibe.

Şande ji hevserokê EGRKê Ebdilselam Ehemd, sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa û endama rêveberiya têkiliyên dîplomasî a TEV-DEMê Çinar Salih pêk tê.

Li bendê ye, şanda Însiyatîfa Kurdî bi aliyên opozîsyona Sûriyê re derbarê însiyatîfa ku daxwaza lidarxistina kongreyeke niştimanî ya opozîsyonê dike de, gotûbêjan bike.

Însiyatîfa ku wek “Însiyatfîa Kurdî” tê binavkirin, daxwaza avakirina Sûriyeke piralî û ne merkezî dike, tevî çareserkirina doza Kurd li gor peyamanên navdewletî.

Ji bo pêkanîna van armancan jî, dawaza girêdana kongreyeke niştimanî dike ku tê de hemû aliyên opozîsyona Sûriyê beşdar bibin ji bo ku komîteyekê ava bikin û nûneratiya opozîsyonê bike li ser asata navdewletî.

Ev însiyatîf destpêkê li ser Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat pêşniyarkirin û tevî ku ENKSê gotiye berî peydakirina zemîneyekê ew ti karê hevbeş ligel EGRKê nake, lê wê heta niha bi fermî bersiva pêşniyarê nedaye.

Di dawiya meha borî de, şandeke Desteya Hemahengiya Niştimanî ku wek opozîsyona hundir tê naskirin û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî di nav de cih digire, serdana bajarê Qamişlo kir û piştgirî da Însiyatîfa Kurdî.

Rudaw
Top