• Saturday, 14 February 2026
logo

Îran xirabtirîn û Elmanya baştirîn welat e

Îran xirabtirîn û Elmanya baştirîn welat e
Li gor rapirsiya herî dawî ku ji aliyê BBC World ve hatiye kirin, Îran û Koreya Bakur di raya giştî ya cîhanê de welatên herî xirab in û herwiha rewşa Yekîtiya Ewropa û Rûsya jî xirabtir bûye.

Li gor rapirsiya Servica BBC Worldê piştî Îranê, Koreya bakur di rêza duyemîn a xirabtirîn welatên cîhanê de cîh digre. Di wê rêzbendiyê de Pakistan, Îsraîl û Çîn piştî Îran û Koreya Bakur cîh digrin. Rûsya di rêzbendiya dawî ya nexşeya rapirsiyê de cîh digre û ew yek vedigere krîza Ukrayna. Zêdeyî ji sedî 45 a beşdarên rapirsiyê ragehandine ku nêrîneke erênî li hember Rûsya nîne.

Herwiha ji sedî 60’ê beşdaran nerîneke wan a erênî li hember Elmanya heye, lê nêrîna xelkê li hember Yekîtiya Ewropayê guheriye û xalên nerênî zêdetir bûne û ji sedî 45’ê xelkê siyaseta Yekîtiya Ewropayê napejrînin.

Li gor raporta BBC Worldê nêrîna erênî li hember Yekîtiya Ewropayê bi taybet li Spanya, Fransa û Elmanyayê ku her sê welat bi xwe jî endamên Yekîtiyê ne zêdetir e.

Basnews
Top