• Saturday, 14 February 2026
logo

Samera… 51 Polîs Bûn Qurbanî

Samera… 51 Polîs Bûn Qurbanî
Duh li bajêrê Samera şerr di navbera çend çekdarên nenas û hêzên polîsan de çê bû û di encam de, 51 polîs bûn qurbanî.

Di evê bareyê de, jêderekî ji polîsên parêzgeha Selaheddîn di daxuyanîyekî de ragihand, ku evroj serê sibehê çend çekdarên nenas êrîşî ser bajêrê Samera kirin û pênc dever kontrol kirin.

Weha jî da zanîn, ku şerr di navbera çekdarên han û hêzên polîsan de çê bû û di encam de, 51 polîs bûn qurbanî.

Weha jî da xuyakirin, ku çekdarên han êrîşî ser mala wezîrê zanist û teknolojiya kirin û sê pasevanên wî kujtin.
Top