Bi biryara Nêçîrvan Barzanî hemû kitêbên Beşikçî bo ser zimanê kurdî tên wergerandin
Di dîdarekê de, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hemer serdana Beşikçî bo herêma Kurdistanê, wergirtina diktoraya fexrî li zanîngeha Selahedînê û binavkirina hola zanîngeha Silêmaniyê bi navê Beşikçî nîşan da û daxwaza salemiyek baş û jîyekê dirêk jê re xwest.
Beşikçî behsa serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku, wî serdana deverên Amêdiyê, Barzan, Akirê, Çoman û Hacîomneran kirye û li hember dîtina cî û wargehên serokatiya şoreşa Îlonê kêfxweşia xwe diyar kir. Beşikçî got ku, herêma Kurdistanê di hemû waran de gelek pêşkeftî ye û girngîdana hikûmetê û xelkê Kurdistanê bi parastina jîngehê û ajelên kûvî li deverên çiyîyên Kurdistanê bilind nirxandin.
Ronakbîrê navdarê tirk û dostê dêrînê gelê kurd di berdewamiya axaftina xwe de behsa wê yekê kir ka çawa beriya pêncî salan yekem ca gelê kurd û axa Kurdistanê nas kir û behsa girngiya berbipêşvebirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyeyê kir û ew pêkvejiyana netewe, ol û mezhebên cuda û parastina kultûrê pêkvejiyan û lêbihurînê li herêma Kurdistanê heye bi giring û pîroz wesif kir.
Di dîdarê de behsa kar, çalakî û berhemên Bêşkçî û Fonda Beşikçî li Enqereyê hat kirin û serokwezîrê Kurdistanê biryar da ku, hemû kitêbên Beşikçî bo ser zimanê kurdî bên wergerandin û çap û weşandin. Herwesa li Hewlêrê liqa Fonda Bêşkçî bê vekirin da ku bibe senterê ronakbîrên Kurdistanê û weke dostekê kurd navê wî li ba nifşê paşerojê jî bi zîndî bimîne.
