• Saturday, 14 February 2026
logo

Teksta gotara Nêçîrvan Barzanî li parlamentoya Kurdistanê

Teksta gotara Nêçîrvan Barzanî li parlamentoya Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja çarşemiyê 4ê gulanê li parlamentoya Kurdistanê amade bû û digel serokatiya parlamentoyê û komsiyona enerjiyê ya parlamentoya Kurdistanê civiya. Ji bona zelalkirina siyaseta herêma Kurdistanê ya di warê enerjiyê de, serokwezîr ev gotara li jêr pêşkeş kir:

Bi navê xwe û hevalên xwe sipasiya we dikim ku, we ev derfet da me, me li ser vê pirsa giring, her weke cenabê serokê parlamentoyê jî îşaret pê day, ku ew jê pirsa enerjiyê ye lêkolîn û gotûbêj bikin.

Ez naxwaz im gotinên serokê parlamentoyê dubare bikim û li ser gelek ji wan mijarên wî behiskirin em hevfikir in. Pirsa enerjiyê ji bo me gelek giringe, vê meselê peywendî bi siyasiseta tu partiyan ve nîne, peywendî bi siyaseta kesekî ve nîne, lê ev pirs, ango pirsa enerjiyê, bi awayekî giştî peywendî bi hemû herêma Kurdistanê ve heye. Bi rastî ev mesele meseleke gelek hesas e û gelek giringe parlamentoya Kurdistanê weke saziyeke şeriî ya vî welatî, di çarçoveya wan qanûnên ji parlamentoya Kurdidstanê derketine, bi timamî haydarî hûrgiliyên pirsa enerjiyê bibe.

Min, di civîna parlamentoya Kurdistanê de, beriya çend rojan li ser qonaxên destpêkirina pirosesa neftê agadarî dabûn, lê em baş dizanin dema miletek daxwaza mafên xwe yên destûrî bike bi hêsanî ew maf bi dest nakevin û dê gelek astengî jê re bên çêkirin daku nehêlin mafên xwe yên destûrî cîbicî bike. Her ji roja destpêkê me xwestiye mafên xwe yên destûrî cîbicî bikin, ew mafên destûrî yên ji herêma Kurdistanê re hatîne dan.

Pirsgirêka mezin eve; kontirol di destê kê de ye? Bexda li ser wê yekê gotûbêjan nake ka gelo me karek baş kiriya yan na, lê Bexda dixwaze her tişt di destê wê de be û ew kotirola hemû pirosesê bike. Em bi tu awayî weke rêya serxwebûnê li vê pirsê temaşa nakin, lê ev mafekî me yê destûrî ye û divê ev mafên me di çarçoveya destûra Îraqê de ku, sala 2003 û 2004 li ser esasê wê destûrê em bo Îraqê vegeriyan, mafên me bên cîbicî kirin.

Divê em ji wê yekê dilrehet bin ku, mafên herêma Kudistanê û beşe budceya herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraqê ku 17% ye bi timam bigehe herêma Kurdistanê. Weke serokê parlamnetoyê jî îşaret pê day ev mesele meseleke destûrî ye û divê hikûmeta herêma Kurdistanê li gor qanûna parlamentoyê vê mesleya destûrî cibicî bike û em li ser cîbiîkirina wan biîarar in.
Eger îroj Bexda digel me li ser qanûna dabeşkirina dahatiniyê neftê ku, mezintirîn û giringtirîn qanûne bo Îraqê, lihev bike dê gelek pirs bên çareser kirin, lê eger em bi sadeyî behis bikin, her sal hikûmeta Îraqê, bê agadariya kurdan, budceya siyadî zêde dike û ji budceya herêma Kurdistanê kêm dike.

Budceya niha em ji Îraqê werdigirin 10% ne 17% ye û barek giran li ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Strukrura gundên herêma Kurdistanê hatiye têkdan û ji ber vê yekê piştî sala 1991ê hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye danan hemû kes li herêma Kurdistanê bûn xwedî meaş ku, ev jî siyasetek şaş e. Partiyên siyasiyên Kurdistanê jî gelek caran ji bo mexsedên siyasî ev pirsa meaşan bikar anîye û xelkê Kurdistanê baca vê meseleyê daye. Du daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê tên kirin; daxwaza xizmetgozariyan û daxwaza teînkirinê tê kirin, berdewam ev du daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê tên kirin û ev jî tiştek normal e hevwelatiyên Kurdistanê van daxwaza ji hikûmeta xwe bikin, lê di vê meselê de barê hikûmetê gelek giran e.

Hikûmeta Bexdayê xerciyên siyadî bi awayekê rêkxistî zêde dike û barê hikûmeta herêmê jî gelek giran dibe û pêşbîniyên xelkî di warê pêşkeşkirina xizmetgozariyan de ji hikûmete gelek in û mafê wane û hêjayî xizmetkirinê ne, tevî vê jî gelek xwedî meaş li herêma Kurdistanê hene û her meh 850 milyar dînar ji meaşna re diçe. Ev jî barek giran e û divê çareseriyek jê re bê dîtin.

Ji bona em bigehin standardek navdewletî, ez nabêjim weke welatên Ewropayê, me pêwîstî bi 31 milyar dolaran heye heta em bikaribin wê valahiya li herêma Kurdistanê heye weke; rê û cadeya, dibistan, nexweşxane û warên din yên serke pir bikin.
Em dê mafên xwe yên destûrî cîbicî bikin heta em piştsat bin ku, ya ku em ji Îraqê werdigirin 17% ji budceya Îraqê ye. Weke serxwebûna Kurdistanê em li vê pirsê temaşa nakin, ev mafekî me yê destûrî ye û divê em mafên xwe yên destûrî cîbicî bikin.

Di civîna berî niha de me ev pirs, pirsa hinartin û firotina neftê, bi başî zelal kir û îro jî em hatine vir, bêşik, endamên parlamentoya Kurdistanê, weke endamên saziyeke şeriî ya Kurdistanê, pirsên wan hene û dixwaz in bersiva pirsên xwe bigirin û ji hindê dilrehet bin ka gelo siyaseta me ya warê neftê serkeftî ye yan na? Pilana me ji bo paşerojêm çiye? Ew dahatiniyê me wegirtiye çewa hatiye xeric kirin?

Em dixwaz in bi awayekî şefaf gotûbêj li ser van pirsan bê kirin daku li ser pirsa enerjiya vî welatî, em bigehin têgihiştineke hevbeş. Herwek Dr. Yusif serokê parlamentoya Kurdistanê gotî, em dixwazin pirsa enerjiyê bibe pirsek neteweyî û dawî bi vê meselê bê ka gelo ev pirsek şafafe yan ne? Em amade ne û bi şanazî ve li pêşiya parlamentoya Kurdistanê weke saziyek şeriî ya vî welatî, bersiva hemû pirsan bidin û em amaden her rojek pêwîst bike em li parlamentoyê amade bin, lêpirsîn digel me bê kirin, divê dawî bi vê meselê bê û divê em hemû li ser vê pirsê yekgirtî bin û bi timamî me bawerî bi xwe hebe û yaku hikûmeta herêma Kurdistanê dike di berjewendiya herêma Kurdistanê deye û di çarçoveya destûra Îraqê de tê kirin, li ser vê yekê em piştrast in. Lê ev kare karek ne hêsan e, gelek zehemete.

Em dizanin nehêsane Bexda vê yekê qebûl bike û em vê tê digihin, şertê serke bo serkeftina vê pirosesê yekrêziya hêzên siyasiyên Kurdistanê ye. Hêzên siyasiyên herêma Kurdistanê di vî warî de çend pirsiyar hene û ev mafê wan e û em bi tiştek normal dibînin, lê li dawiyê divê em bigihin têgehiştinek hevbeş û ev pirs ji bo herêma Kurdistanê pirsek giring e û divê bibe pirsek neteweyî.

Em di xizmeta we yên birêz de ne, em di xizmeta parlamentoyê de ne, di xizmeta nûnerên Kurdistanê de ne, bi rêya vê saziya şeriî, eger pêwîst bi civînên berdewam bike em amadene li parlamentoyê made bin heta em digihin çaresriyê.

Gelek sipas

4 gulan 2014
Top